Mücahit Oktay
30 Gulan 2023•Rojanekirin: 31 Gulan 2023
Qesra Sipî ji ber ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo serkeftina di tura duyem ya hilbijartina serokomariyê da bi têlefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya û pîroz kir, daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Sipî da wiha hat gotin, "Serokê Amerîkayê Joe Bîden îro bi têlefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya û ji ber ku dîsa weke Serokomarê Titkiyeyê hat hilbijartin, pîroz kir."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin herdu serok li hev kirine ku ji bo hevkariya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da bi hev ra bixebitin û hevkariyê zexim bikin.
Hat diyarkirin ku Bîden û Erdogan civîna NATOyê ya ku wê di 11-12ê Tîrmehê da li Vîlnîusa paytextê Lîtvanyayê bê lidarxistin jî gotûbêj kirine.