Muhammet Kurşun
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
DEWHA
Serokê Nivîsîngeha Peywendiyên Hikûmeta Qeterê Şêx Seyf Ehmed Al Sanî diyar kir ku kampanyayeke qirêj li dijî welatê wî tê meşandin lê "Qeter ne pariyekî biçûk e."
Şêx Seyf di ser hesabê xwe yê Twitterê bi erebî û ingilîzî peyamek parve kir û ambargoya Siûdî, Îmarak, Behreyn û Misirê rexne kir.
Şêx Seyf cih da van îfadeyan:
"Kampanyaya qirêj, îddiayên bêbingeh, ambargoya neyasayî û neadil. Piştre jî eşkerekirina beldeyên veşartî (Peymana Riyadê 2013 û Peymana Temamker 2014). Lê Qeter ne pariyekî biçûk e. Ne hedefeke besît e jî. Xelk hîç ne cahil in. Qeter li hemberî ambargoyan berxwedêr e."