İbrahim Atmaca
31 Adar 2021•Rojanekirin: 31 Adar 2021
Berdevka Wezareta Gîhandinê ya Endonezyayê Adita Irawatiyê daxuyanî da û diyar kir, li herêma ku balafir lê ket, xebatên lêgerînê dewam dikin û di xebatan da qutiya reş a ku dengê kokpîtê qeyd dike, hat dîtin.
Aditayê der barê wextê dîtina qutiya reş û rewşa qutiyê da agahiyên berfireh neda û diyar kir ku Wezîrê Gîhandinê Budi Karya Sumadi û Serokê Komîteyê ya Ewlehiya Rgihandina Neteweyî (KNKT) Soerjanto Tjahjono wê der barê mijarê da daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Qutiya reş a ewil di 12ê rêbendanê da ji nav enkazê balafirê hat derxistin û di qutiya ewil da daneyên firîna balafirê hebûn. Rapora tedqîqkirina qutiya reş a ewil di 10 sibatê da hat weşandin û hatibû gotin, dibe ku balafir ji ber erizeya çerxa xazê ya otomotîk ketibe.
Piştî raporê tedqîqên ser sedema ketina balafirê dewam kirin, di 2yê sibatê da çerxa xazê ya otomotîk ku hêza motorê kontrol dike û 5 perçeyên din ji Amerîka û Îngiltereyê ra hatibûn şandin.
Balafira rêwiyan a Boeing 737-500ê ku jimara sefera wê "SJ182" bû û tê da 50 rêwî û 12 muretebat hebûn, di 9ê rêbendanê da piştî ku rabûbû, 5 deqîqe şûnda têkilî pê ra qut bûbû. Hatibû daxuyandin, balafir li navbera Giravên Lakî û Lancangê ketiye ku ev der li aliyê bakurê paytext Cakartayê ye.