Haydar Şahin
16 Mijdar 2018•Rojanekirin: 17 Mijdar 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên alîgirên wê ligel mitebeqata Soçiyê ya ji bo parastina agirbestê êrîşên li ser herêmên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" didomînin.
Rejim û komên terorîst ên Îran piştgiriyê didê bi sîlahên giran êrîşî wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" ya ku li gor mitebeqata Siçoyê ji sîlahan hatinbû paqijkirin dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê bi şev û ber destê sibê bi topan êrîşî Latamne, Mareqwe, Zyare û Sirmaniyeya li bakurê Hemayê û Çiyayê Kurmênc a li Lazqiyeyê kirin.
Hê agahî nehatin ku gelo tiştek bi tu kesî hat an na.
Ji mitebeqata Soçiyê ya di 17ê îlonê da hatibû îmzekirin vir da di êrîşên rejimê da 25 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Êrîşên hêzên rejimê dewam dikin, lêbelê mixalifên eskerî di 10ê cotmehê da li gor mitebeqatê sîlahên xwe yên giran ji herêmê vekişandibûn.