Haydar Şahin
16 Mijdar 2018•Rojanekirin: 17 Mijdar 2018
ABUJA
Li Nîjeryaya welatê Afrikaya Rojava 157 hezar kesên ji ber şerê cotkar û şivanan ji cî û warên xwe koç kiribûn vegeriyan malên xwe.
Tumgeneral Adeyemî Yeqîniyê berdevkê çapemeniyê yê operasyona "Whîrl Stroke"ya li welêt tê meşandin diyar kir ku li eyaletên Benue, Taraba û Nasarawayê ewlekarî d,sa hat pêkanîn.
Yeqînî destnîşan kir ku 157 hezar kesên di nav wan da jin û zarok jî hene û di kampên li 3 eyaletan da dimînin vegeriyan malên xwe.
Yekînî got ku di çarçoveya operasyona li eyaletan hat kirin da ji 200 hezarî zêdetir kes vegeriyan malên xwe, di operasyonan da gelek terorîstên çekdar hatin berterefkirin, dest dan ser gelek sîlah û cebilxaneyan.
Li welêt ji rêbendanê vir da di navbera şivan û cotkaran da şer dewam dike, ji ber vî şerê bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kesî jî cî û warên xwe terk kirin.
Fûlaniyên ji bo heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin îdia dikin ku cotkar hewl didin heywanên wan bidizin û êrîşî wan dikin.
Tê îdiakirin ku şivanên Fûlanî dixebitin ku li başûrê welêt a piraniya wan Xiristiyan lê dijîn fikr û ramanên Şêx Osman Dan Fodîoyê Misliman belav bikin.