Ekip
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
ASTANA
Yasîr Ebdirehîmê Fermandarê koma mixalif a Feylaqu'ş Şamê got ku rejima Beşar Esed bi arîkariya Rûs û Îranê bi saya îtifaqên ku bi PYD/PKK û DEAŞê re kiribûn, li Hema û Helebê hê operasyonên xwe didomîne. Ebdirehîm ser navê komên mixalif beşdar civîna Astanayê ya 8emîn a ku mijarê wê Sûriye bû, bûbû.
Ebdirehîm piştî hevdîtinên li Astanayê hatin kirin û qediyan der barê operasyonên rejima Esed, geşêdanên herêmê û îxlalên PYD/PKKya rêxistina terorê da daxuyaniyek da nûçêgihanê AAyê.
Ebdirehîm got ku li Îdlîb û Hemayê operasyonên rejima Esed dewam dikin û wiha peyivî:
"Beriya vê rejimê li navçeya Etarîbê êrîşek li bazarekê kiribû. Rejimê li wê derê qetlîamek kir û 90 sivîl şehîd bûn. Li Maarşurîna ku li başûrê Îdlibê dimîne jî di êrîşan de 20 sivîl hatibûn kuştin. Evana pêş çavê hemû dinyayê dikin û Rûsya jî arîkariyê dide wan. Bi arîkariya balafirên Rûsyayê li Hemayê gelek êrîş hatin kirin. Li vê derê jî sivîl ji xwe re kirin hedef."
Ebdirehîm diyar kir ku rejimê hebûna DEAŞê xiste hincet û piştgiriya Rûsyayê sitand û got, "Rejim bi piştgiriya Rûsya û Îranê va hewl dide ku li başûrê Helebê û Hema pêş bikeve."
- "Ew ê Helebê jî bi hevparî rêva bibin"
Ebdirehîm bal kişand ser çalakiyên PYD/PKKya rêxistina terorê û wiha axivî: "Rejimê ji bo ku endamên PYDê ji Qendîlê derbasî Efrînê bibin hêsaniyê dike. Yanê ji herêmên rejimê ra rê derbasî Efrînê dibe. Rejim destûrê dide ku derbas bibin."
Ebdirehîm destnîşan kir ku PYD/PKKê destûr da ku li Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Xuluqa taxên Helebê yên ku çend roj berê dagir kir alayên rejimê werin dardakirin, wekî li Heseke ew ê vê derê jî bi hev ra rêva bibin.
Ebdirehîm wiha axivî: "Lêbelê çima nizanim lê Beşar Esed ji wan ra xayîn. Ragêşiya di navbera Esed û PYDê da bi tenê şano ye. Herdu rûyên heman pereyî ne. Ya rastî yê ku PYD ava kir Elî Memluk e (şefê îstixbarata rejimê). Ji Şamê telîmatan distînin. Hefiz Esed piştgirî da Ocalan û ew ji bo van rojan xwedî kir."
Ebdirehîm diyar kir ku PYDya cihêkar malbatan parçeparçeyî dike û der barê binpêkirina mafan a PYD/PKKyê da wiha pê da çû: "Zilmê li ereban dikin. Bi zorê çekan difiroşin zarokan. Zarokên qîz bi zorê ji malbatên wan distînin. Wan ji bo perwerdekirinê dişînin serê çiyê. Ji esnaf û dikanan xerac distînin. Yanî ew beriya zilma li ereban zilmê li kurdan jî dikin. Ew nefta Sûriyeyê jî direvînin."
- "Di navbera DEAŞ, rejim û Rûsyayê da hevkariya eskerî heye"
Evdirehîm destnîşan kir ku rejimê li herêma Hûnayfîsa rojhilatê Hemayê dikeve ji milîtanên DEAŞê ra rê vekir û ew derbasî Îdliba di bin kontrola muxalifan da kirin.
Fermandarê Feylaqu'ş Şamê got ku DEAŞê jî li herêma Hanesîra başûrê Helebê ber bi rêyên Hemayê vedibe destûr da eskerên rejimê ku ew bikaribin xwe bigihînin Îdlibê.
Ebdirehîm got: "Di rastiyê da li Hemayê DEAŞ tuneye. Hevkariya eskerî ya di navbera DEAŞ, rejim û Rûsyayê da heye. Rejim êrîşên hewayî nabe ser DEAŞê."
- "Îran li Astanayê serî dide ser Rûsyayê"
Ebdirehîm diyar kir ji 60î zêdetir milîsên şiî yên Îran alîkariya wan dike li Sûriyeyê li terefê rejimê tevlî operasyonan dibin.
Yasîr Ebdirehîm wiha got: "Jixwe Îran vê înkar nake. Heta ji hebûna xwe ya li Sûriyeyê îstifade dike û li Astanayê serî dide ser Rûsyayê. Xelkê Sûriyeyê dikujin."
- "Rejim mehkûmên li hepsê tasfiye dike"
Ebdirehîm destnîşan kir girîngiyê didin berdana mehkûmên di hepsên rejimê da û wiha got: "Em dibêjin ew mehkûmên siyanî ne. Xwendekarên zanîngehê û siyasetmedar in. Ew jî dixwazin ji dinyayê ra bibêjin ku tevlî kar û barên leşkerî bûne. Rejim her meh qederê hezar mehkûmî tasfiye dike. Dişîne ciyên din."
Yasîr Ebdirehîm diyar kir Îranê li Astanayê nehişt mijara berdana mehkûman bê rojevê û got Îran naxwaze bên berdan, lewra milîsên Îranê tevlî êşkenceyê bûne.