Haydar Şahin
04 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Rejima Beşar Esed û piştgirên wê hewl dan ku têkevin "Îdliba Herêma Kêmirina Rageşiyê" li ser vê Eniya Azadkirina Neteweyî ya ji yekeyên Artêşa Azad a Sûriyeyê pêşî li hewla wan birî.
Mihemed Raşîdê Berdevkê Artêşa Nasir a ji komên Eniya Azadkirina Neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejima Esed û piştgirên wê hewl dan ku têkevin "Îdliba Herêma Kêmirina Rageşiyê".
Raşîd wiha got: "Rejimê û piştgirên wê hewl dan ku ji 3 aliyan ra têkevin dorberê Hemayê li ser vê Eniya Azadkirina Neteweyî pêşî li wan birî û 2 wesaîtên rejimê îmhe kirin.
Berdevk Raşîd got piştî pevçûnê hêzên rejimê mecbûr man paşda vekişyan.
Rejima Esed û piştgirên wê di vê hefteya dawîn da ji beja û hewayê êrîşî "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" dike. Di van 2 rojên dawîn da herî kêm 22 sivîl hatin kuştin.