Haydar Şahin
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên alîgirê wê êrîşên bi mitebeqata Soçiyê hatibûn asta xilasbûnê dîsa zêde kirin.
Rejim û alîgirên wê di van 2 hefteyên dawîn da bi sîlahên giran êrîşî Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dikin.
Rejim û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan bi sîlahên giran êrîşî kozikên mixalifan û wargehên di nav sînorê Îdliba herêma Kêmkirina rageşiyê dikin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî sitand, yekîneyên rejima Esed ji duh êvarê vir da bi topan êrîşî Morik û Latamneya navçeyên Hemayê, herêmên Atşan û Şuramê, eraziyên li Temanîa, Sukeyk û Lehayeya gundên Îdlibê û herêma Til Siltanê dikin.
Piştî nîvro ji Til Siltanê koçê dest pê kir.
Di êrîşan da ji mitebeqata Soêiyê vir da li gundê Rafayê 7, li gundê Kefer Hamrayê yek, li gundê Bidamayê yek bi tevahî 9 sivîl hatin kuştin, herî kêm 15 sivîl jî birîndar bûn.
Mixalifan di 10 cotmehê da sîlahên xwe yên giran ji herêmên li gor mitebeqatê hatibûn eşkerekirin vekişandibûn.