Elif Orhan
20 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) eşkere kir ku rejima Esed di nav sê salan de 136 caran biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe dike îxlal kiriye.
SNHRyê ji ber salvegera 3yemîn a ku rejimê li herêma Gutaya Rojhilat a girêdayî paytext Şamê gazê bijehr bi kar anî rapor weşand û got ku "Biryara KENYê ya bi nimreya 2118 a ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe dike ji dîroka ku hat qebûlkirin vir ve 139 caran hat îxlalkirin. Ji van 136 car ji aliyê rejimê ve 3 car jî ji aliyê DAEŞê ve hat îxlalkirin."
Di raporê de rejima Beşar Esed hat destnîşankirin ku hat diyarkirin ku "sûcdar" hê jî nehatiye cezakirin û wiha hat gotin: "Rejima Esed beriya biryara KENYê jî 33 caran gazên bi jer bi kar anîbû. Piştî biryarê jî 136 caran bi çekên kimyewî êrîş kir.
Di raporê de bal kişandin ku ji herêmên ku rejim lê gazên bi jehr bi kar anî ji sedî 97 di bin kontrola mixalifan de ye û ji sedê 3 jî di bin kontrola DAEŞê de ye û dan zanîn ku êrîşên bi çekên kimyewî herî zêde li Îdlib, çolwara Şamê û Hamayê hain kirin.
- 30 jê sivîl 88 kes mirin
Di raporê de hat diyarkirin ku ji sala 2013an a ku biryar derket pê ve di van êrîşan de ji mixalifan 45, ji mehkûmên di destê hêzên hikûmetê de 7, 30 jê sivîl 88 kes mirin û dan zanîn ku ji sivîlên ku mirin 20 jê zarok 8 jê jî jin in.
Di rapora SNHRyê de her wiha hat gotin ku bikaranîna gaza klorê digel biryarên KENYê yên bi nimreya 2118 û 2209 peyman ku hikûmeta Sûriyeyê di 14ê îlona 2013an de îmze kir û bikarneanîna gazên bijehr pêş dibîne jî îxlal dike.
Hatibû ragihandin ku rejima Esed di 21ê tebaxa 2013an de li Gutaya Rojhilat a herêma Şamê çekê kimyewî bi kar anî, di êrîşê de ji hezar û 400î zêdetir kes mirin û piraniya wan jin û zarok ji 10 hezzarî zêdetir mirov birîndar bûn.