DIHOK
Reva êzdiyan a ji ber êrîşên DÎŞIyê qediya, niha jî pirsgirêka cî û war heye. Bi hezaran êzdî li Zaxoya navçeya Dihokê di kampan de têkoşîna heyatê didin.
Êzdî ji ser Sûriyeyê re ji Deriyê Sînor ê Peşxebûrê dîsa derbasî Iraqê dibin û êzdiyan dibin Kampa Bacîdê ya li Zaxoyê. Ji ber koçê hejmara kesên li kampan zêde ye û malbat di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Zarokên li kampê di nav şertên dijwar de nexweş dikevin û malbat daxwaz dikin ku bijîşkên pispor bînin kampê.
Ferha Mihemeda li kampê dimîne wiha got: "Em nikarin di nav van şertan de berxwe bidin zarok dê çawa berxwe bidin."
Salih Derwêş jî destnîşan kir ku diya xwe li pişta xwe kiriye û ji ser Sûriyeyê re derbasî Iraqê bûne û wiha axivî: "Me mala xwe terikand, niha jî rewşa me qet ne baş e. Lewra kamp zehf qerebalix e."
Berpirsiyarê Kampa Becîdê Sedillah Hemîd jî daxuyanî da û destnîşan kir ji ber ku kamp nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxebûrê ye penaberan tînin kampê.
Hemîd diyar kir ku pêşî qeyda yên ku tên digirin û paşê jî dişînin kampê û got ku kamp qerebalix e, ji ber vê jî di belakirina xwarinê de siqletî çêdibe.
Hemîd destnîşan kir ku kamp ji bo hezar malbatî ye, lê di kampê de 4 hezar malbat dimînin û got ku serşok û tiwalet têr nakin.
Ji hêla din ve Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) li Dihok û Zaxoyê ji bo penaberan kampa çêdike. Di kampa ewil dê ji bo 20 hezar kesî be.