Hemin Hüseyin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku rêyên ji Herêma Kurdistana Iraqê diçin Mûsilê ji çûyîn û hatinê re hatin vekirin.
Cîgirê Berpirsê Mîhwera Xazirê Şêx Eto Zêbarî, bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku rêyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Mûsilê de vekirî ne û çûyîn û hatin berdewam in.
Fermandeyê Hêza Pêşmerge li mîhwera Xazirê got xeta di navbera Pêşmerge û Hêza Iraqê de li Gundê Bazgirtan asayî ye û çûyîn û hatin heye.
Berpirsê Xalên Asayişê li Sînorê Hewlêrê Egîd Goran serê sibehê ragihandibû ku, "Li sînorê Deşta Nînowayê me rê girtin. Lewra me agahî wergirt ku gundên Ereb yên li sînorê beramberî Pêşmerge ji aliyê Heşda Şebiyê ve tên sorkirin ku êrişî Pêşmerge bikin. Piştre dixwazin vê bikin behane û êrişî Herêma Kurdistanê bikin."
Balyozê Berê yê Emrîkayê li Bexdayê Zalmay Xelîlzad jî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû ku Fermandeyê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî li Kerkûkê Heşda Şebiyê han dide ku êrişî Pêşmerge bike. Xelîlzad anî ziman ku divê Emrîka ji bo rêlibergirtina pevçûnekê aktîf be.
Herwiha Fermande li Artêşa Iraqê Besam Seîd jî gotibû li navçeya Nemrûda başûrê rojhilatê Mûsilê firokeyeke bêfirokevan a aîdî Pêşmerge hat xistin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî do diyar kiribû ku der barê êrişeke Artêşa Iraqê îstixbarat stendine.