30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Sûriyeyê di 30ê berfanbarê da agirbestê dest pê kir, lê hat ragihandin ku ji wê demê heta niha rejima Beşar Esed û piştgirên wê 358 caran agirbest binpê kir.
Li gor rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) weşand, agirbesta li welêt, di nav mehekê da bi destê artêşa Esed û terorîstên biyanî yên piştgirên rejimê va 366 caran hat binpêkirin.
Milîsên rejimê û yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li Hamayê 108, li Helebê 51, li gundewariya Şamê 46, li Îdlibê 41, Humusê 37, li Derayê 22, li navenda Şamê 6, li Hesekeyê 3 û li Dêra Zorê carekê, bi tevahî 315 caran agirbest binpê kir. Di van binpêkirinan da 24 jê zarok 95 sivîl û 5 mixalif mirin.
Li gor raporê hêzên ûris ku piştgiriyê didin rejima Esed jî li Îdlibê 25, li Helebê 15, li Hamayê 3 caran agirbest binpê kir.
Hat gotin ku mixalifan jî li Heleb û Hamayê 8 caran agirbest binpê kir.