Muhammet Kurşun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
WASHINGTON
Berpirsê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Emrîkayê û pisporê Enstîtuya Hudsonê Michael Doran, diyar kir ku çekdayîna Emrîkayê bo PKK/PYDê gaveke şaş bû û ew jî bi Tirkiyê re di heman fikaran de yî.
Michael Doran, Cîgirê Musteşarê berê yê Wezareta Berevaniya Emrîkayê yê ji polîtîkayên Rojhilata Navîn berpirs General Mark Kimmit û Mamosteya Zanîngeha Berevaniya Neteweyî Denise Natali, di panêla bi sernavê "Şerê Sûriyê û Ewlehiya Herêmî" de axivîn ku ji aliyê Turkish Heritage Organizationê (THO) ve hatibû lidarxistin.
Doran der barê stratejiya Emrîkayê ya li herêmê de got: "Ez li vir stratejiyeke vekirî nabînim. Fikrê min ew e ku îstiqameta ku niha rêveberî tê re curekê temayulê ye."
Doran destnîşan kir ku Serok Donald Trump di pêvajoya hilbijartinê de der barê Rojhilata Navîn de tu soz dane, yek jê "Têkbirina DEAŞê berî wextê çavnêrîkirî" ya din jî "Zindîkirina tifaqên adetî yên li dijî Îranê".
Doran bal kişand ser wê yekê ku rêveberiya Trump jî wek a Obama der barê şandina eskerên Emrîkayê de ne dilxwaz e lê Trump dixwaze li dijî tesîra îranê li herêmê bibandor bibe.
Der barê çekdayîna YPGê jî Michael Doran wiha axivî:
"Soza der barê têkbirina DEAŞê de Trump xiste tengasiyê, loma jî vebijarteka çekdayîna YPGê nirxandin. Fikrê min ê şexsî ev şaş bû. Ez jî fikarên hikûmeta Tirkiyê der barê YPGyê de parve dikim. Hikûmeta Tirkiyê got ew tu carî rê nade dewleta PKKê were avakirin. Lê her ku em perwerdeya eskerî û çekê didin em nêzîkî wê nuqteyê dibin. Her ku em nêzîk dibin jî em tirkan ji xwe dûr dixin û ber bi rûsan ve dehf didin."
Herwiha got eger Trump bixwaze li dijî rûs û Îranê stratejiyekê pêşde bibe divê bi Tirkiyê re peywendiyeke baş deyne.
Generalê kevn ê malnişîn Mark Kimmit jî bal kişand ser wê yekê ku Emrîka ji dawiya serdema George W. Bush ve hem li Iraqê hem jî li Sûriyê destek dide hêzên herêmî û dixwaze siyaseta pêşengiyê bişopîne.
Kimmit goıt ev polîtîka li Tirkiyê dibe sedema fikaran û loma jî piştî têkbirina DEAŞê li Reqayê divê çekên bo PYD/PKKê hatine şandin werin komkirin.
Mamosteya Zanîngeha Berevaniya Neteweyî Denise Nataliyê jî got Iraq û Sûriye parçe nabin, bi awayekî ku pirsgirêkeke tevlihevtir a ewlehiyê çêkin dirûxin.
Nataliyê nirxandina xwe wiha kir: "Gelek kes dibêjin dê Sûriye di navbera sunnî, şiî û kurdan de were parçekirin. Lê li gorî min rewş ne wisa ye. Sînorên Iraq û Sûriyê yên resmî hê dimînin lê sînorên diyarkirî rûxiyane. Loma jî dewleteke parçebûyî heye di holê de."
Herwiha got li Sûriyê tu tişt wek berê nabe.