14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
HEWLÊR
Qaymeqamê Şingalê (Sîncar) Mehma Xelîl got ku ji bo gelê navçeya ku ji destê DEAŞê hat rizgarikirin vegere û herêm bê vesazkirin, lazim e PKK ji herêmê were derxistin.
Xelîl bi munasebeta yekemîn salvegera rizgarkirina Şingala li ser bajarê Mûsilê axivî.
Xelîl got ku di ser xilsakirina Şengalê re salek derbas bû, lê ji wê demê vir ve tenê 200 malbat vegeriyan malên xwe û wiha dewam kir, ji ber ku PKKya rêxistina terorê hê li herêmê ye, niştecihên herêmê naxwazin vegerin.
Xelîl destnîşan kir ku divê PKK û komên girêdayî wê ji herêmê vekişin û wiha axivî: "PKKya li navenda Şingalê û komên girêdayî vê rêxistinê rêlipêşiya gelê herêmê digire, ji ber evana milet naxwaze vegere herêmê. Bi vê minasebetê em bangî PKK û rêxistinên din dikin, ji bajarê me derbikevin. Lewra ev teleb a gelê Şingalê ye. Sedem çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin ku PKK were li Şingalê bi cih bibe. Sedema kaos û bêîstîqrariya li herêmê PKK ye."
Qaymeqam Xelîl got ku li herêma Şingalê û derdora wê gundên ku di destê DEAŞê de ne hene û bibîrxist ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji bo xilaskirina herêmê soz dabû gelê navçeyê.
Xelîl daxuyand ku ji 3yê tebaxa 2014an vir ve ku êrîşên DEAŞê yên ser herêmê dest pê kir, li herêmê 616 pêşmerge mirin.