Ekip
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 22 Nîsan 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hat Kîeva paytextê Ukraynayê.
Stoltenberg li Qada Mihaylov çû serdana Dîwarê Bîranînê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ber dîwarê ku wêne û navên eskerên ji ber êrîşên Rûsyayê hatine kuştin li serê ne, rêz girt.
Di dema serdanê da ji bo Stoltenberg tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Stoltenberg berê destnîşan kiribû ku wê here serdana Kîevê.