Enes Canlı
21 Nîsan 2023•Rojanekirin: 22 Nîsan 2023
Serê sibeyê Filistînî ji bo li Mescida Eqsayê ya li aliyê Rojhilatê Qudsê ya ku hatiye dagirkirin nimêja eydê bikin bi rê ketin.
Herêma Bajarê Kevn ya ku Mescida Eqsayê lê ye, ji ber nimêja eydê ji trafîqê ra hat girtin. Cemaetê li ber deriyê Mescida Eqsayê tekbîr anî, dia kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Weqfa Îslamî ya Qudsê, nêzî 120 hezar kesî Mescida Eqsayê nimêja eydê kir.
Piştî nimêjê cemaetê eyda hevdu pîroz kir. Her wiha zarokên ku cil û bergên xwe yên eydê li xwe kiribûn û ketin nav cemeatê bal kişand.
Komeke Tirkan a ku li Mescida Eqsayê nimêja eydê kir, loqim û êmîş li cemaetê belav kir.