11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
BERLÎN
Salih Muslimê serokê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê li Meclisa Federal a Almanyayê (Bundestag) bi parlementerên ji Partiya Çepgiran re hevdîtin kir
Muslim li loqenteya li nav Bundestagê bi qasî du saetan bi parlementerên ji Partiya Çepgiran Sevîm Dagdelen û Heîke Haenselê re xwarin xwar û hevdîtin kir û di derketinê de jî bi wan re wêne kişand.
Hevdîtin dema ku Parlementoya Federal a Almanyayê li ser biryara heta 31ê kanûna pêşîn a 2017an dirêjkirina maweya peywira eskerên alman ên li baregeha Încîrlîkê ya ku di 12ê cotmehê de dabû hevdîtin dihat kirin çêbû û vê yekê jî bal kişand.
Li pîsera Salih Muslim qerta mêvandariyê hebû û Muslim û heyeta pê re pişt re ji Bundestagê derketin.
Sevîm Dagdelen di Lijneya Giştî de axivî û dijî dirêjkirina maweya peywira eskerên alman derket lê belê di dengdayîna di lijneya giştî de bi 445 dengên erê û 139 dengên neyinî û 2 dengên dudil maweya peywira eskerên alman ên li Tirkiyeyê salekî din jî hat dirêjkirin.