09 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2023
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, navber da civîna kabîneyê û bi telefonê digel Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas re axivî di peywendiyê de li ser pêşhatên dawî ên Îsraîl û Filistînê sekinîn.
Serokomar Erdogan, di peywendiya digel Ebbas de anî ziman ku Tirkiye ji bo dawîlêanîna pevçûnan û dabînkirina sikûnetê hemî cure hewlan dide.
- Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îsraîlê Herzog ra axivî
Ji layekî dîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da bûyerên li Îsraîl û Filistînê diqewimin û geşedanên dawîn ên der barê rageşiya li herêmê hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku pêngaveke ku bêyî ferq bê kirin gelê Xezeyê tev da zirarê bibîne dê êşên li herêmê diqewimin û şîdetê hê zêdetir bike û got ku divê eqlêselim tevbigerin, demildest tesîskirina sikûnetê ji bo selameta hemû herêmê gelekî girîng e.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya bi Herzog ra da zanîn ji bo ku dawî li pevçûnên dibin sedema metirsiyê bê û aştiya mayînde pêk bê dê Tirkiye hewldanên xwe bidomîne.