Ahmet Aydın
07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, motorsikletvanê neteweyî Kenan Sofuoglu û malbata wî qebûl kir.
Kenan Sofuogluyê ku 5 caran Şampiyonaya Supersportê Cihanî qezenc kir fotografê ku Serokkomar Erdogan digel wî, diya wî Nurhuyat Sofuoglu, xanima wî Julia Looman û kurê wî Mahir girtibû, li ser hesabê xwe yê Instagramê par vekir.
Motorsikletvanê neteweyî li tenişta fotografê xwe "Rêzdar Serokkomarê minê ku duh şevê malbata min li Koşka Huberê ezimand, di roja baş û xirap da hemî carê li pişta me bû. Xwedê kir ku hûn hene" nivîsî.