Teshome, ji ber ku AAyê şaxa xwe li Etiyopyayê vekiriye, ji rêveberiya AAyê re jî spas kir û wiha pê de çû: "Etiyopya ji bo vî karî cihekî baş e. Hûn ji vê derê dikarin li hemû Afrîkayê belav bibin. Ji îro pê ve di civîn û hevdîtinên xwe de em ê bangî AAyê jî bikin. Lewra wê demê nûçeyên der heqê Etiyopyayê de dê bêalî û bi awayekî rast ji aliyê AAyê ve bên çêkirin. Deriyê me her tim ji AAyê re vekiriye."
- Em ê dengê Etiyopya û Afrîkayê bidin bihîstin
Serokê Lijneya Rêvebirî û Midûrê Giştî yê AA Kemal Ozturk jî der heqê dîrok û xebatên AAyê de agahî da Serokomar Teshome û wiha dewam kir: "Em ê dengê Etiyopya û Afrîkayê li çar aliyê dinyayê bidin bihîstin. Ew dagirkeriya ku ajansên dinê ava kirine em ê xera bikin. Ez wisa bawer dikim ku em ê li Afrîkayê bibin pêşîkêşê guherînê."
Ozturk diyarkir ku AA ji bilî nûçeyên siyasî li Etiyopyayê nûçeyên çand, huner, aborî, jiyan û di gelek qadên din de jî nûçeyên ku bi kêrî Etiyopyayê bên jî dê çêbike. Ozturk di berdewamiya axftina xwe de li ser armanc û hedefên AAyê jî sekinî û wiha pê de çû: "Ez wisa dixwazim ku hûn AAyê wek ajansa xwe bibînin û bihesibînin. Piştgiriyê bidin hewl û xebatên ajansê. Ew îmaja nexweş ya Afrîkayê ku li navneteweyî belav bûye em ê serast bikin."
AA bi zaraveyên kurmancî û soranî yên zimanê kurdî ve jî weşanê dike û Ozturk bal kişand ser vê xebatê jî û wiha got: "Heta 10 sal berê li Tirkiyeyê peyva kurdî ji tirsana nedihat gotin. Îro AA bi kurdî weşanê dike. Ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tiştekî girîng e û demokratîkbûna Tirkiyeyê nîşan dide. AA bi 7 zimanan weşanê dike."