Enes Canlı
14 Nîsan 2024•Rojanekirin: 14 Nîsan 2024
QUDIS (AA) - Hat ragihandin, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştî êrîşa asîmanî ya Îranê ya dijî welatê wî, bi têlefonê bi Serokê Amerîkayê Jeo Biden ra axivî.
Li ser hesabê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ya medyaya civakî Xê hat ragihandin, piştî civîna Netanyahu ya digel kabîneya şer û kabîneya ewlekariyê ya teng, bi têlefonê bi Biden ra axivî.
Di parvekirinê da der heqê naveroka axaftinê da hûrgilî nehatin parvekirin, lêbelê wêneyeke Netanyahu ya ji peywendiya bi têlefonê cih girt.