Mustafa Melih Ahıshalı
14 Nîsan 2024•Rojanekirin: 14 Nîsan 2024
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihand ku bi dehan fuze û wesayîtên asîmanî yên bêmirov va dijî Îsraîlê operasyon dan destpêkirin.
Li gor televîzyona dewletê ya Îranû Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Dijî Îsraîlê êrîşa ÎHAyê, Hêzên Asîmanî yên Artêşa Mihafizên Şoreşê wek bersiva êrîşa Îsraîlê ya dijî konsolosxaneya Îranê ya li Sûriyeyê bi dehan ÎHA û fuzeyan va li hin hedefên li axa rejima siyonîst xist."
Ji aliyeki din, televîzyona dewletê ya Îsraîlê ragihand ku rayedarên Îsraîlî amadehiya bersivê û pevçûnên dê çend rojan dewam bikin, dikin artêşê ragihand ku Îranê ji sedî zêdetir ÎHA şandine.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî diyar kir ku dê bi biryardarî bersivê bidin welatên ku ji bo Îsraîl êrîşê Îranê bike sehayên xwe yûn asîmanî û bejayê vekin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îranê da Aştiyanî hember êrîşên dijî welatê xwe hişyarî dan.
Wezîrê Îranî got ku "Welatên ku ji bo Îsraîl êrîşê Îranê bike sehayên xwe yên asîmanî û bejayê vedikin dê bersiva me ya biryardar hildin."
- Li Îsraîlê kabîneya şer civiya
Li Îsraîlê piştî ku Îranê bi wesayîtên asîmanî yên bêmirov (ÎHA) êrîş da destpêkirin kabîneya şer civiya.
Kabîneya şer bi serokatiya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu li Tel Avîvê civiya, êrîşa ku Îranû bi ÎHAyan da destpêkirin tê axaftin.
Der barê mijarê da daxuyaniyeke fermî nehat dayîn û di wêneya ku der barê civînê hat weşandin da Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, endamê Kabîneya Şer Benny Gantz û Sererkan Herzî Halevî jî amade xuya dike.