Hakan Çopur
05 Sibat 2025•Rojanekirin: 06 Sibat 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Amerîka wê ji bo demeke dirêj bibe xwediyê Xeta Xezeyê û heke hewce bike "ji bo armanca ewlehiyê" eskerên Amerîkî wê li wir bên bicîkirin.
Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra li Qesra Spî hevdîtinek pêk anî û paşê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Trump destnîşan kir ku Xeze êdî bûye herêmeke wêran a ku bi tevahî hilweşiya ye û got ji bo Filistîniyên li Xezayê çûyîna welatên cîran bi taybetî jî çûyîna Misir û Urdunê ji ber ku li van deran ji bo wan wê cihên jiyanê yên nû bên avakirin wê ji bo wan baştir be.
Trump wiha axivî: "Amerîka wê Xeta Xezeyê dewr hilde û em ê li wir karekî bikin. Em ê bibin xwediyê wê derê û em ê ji rakirina hemû bombeyên neteqiyayî yên bitalûke û çekên din ên li herêmê, rakirina avahiyên hilweşiyayî berpirsyar bin."

Trump îdia kir ku "Tekane sedema vegera Xezeyê ya Filistîniyan ew e ku alternatîfeke wan a din tune" û got li herêmê bi qasî 1,8 milyon Filistînî wê herin gelek qadên jiyanê yên nû yên ku li welatên cîran bên avakirin û ew ê li wir baştir bijîn.
Trump diyar kir ku li Xezeyê çi hewce bike ew ê bikin û wiha got: "Em ê vê aştiyê pêk bînin û wê derê pêşva bibin. Em ê bi hezaran îstixdamê ava bikin û ewê bibe tiştekî wisa ku hemû Rojhilata Navîn wê pê serbilind be."
- "Ez li wir rewşeke xwedîtiyê ya demdirêj dibînim"
Der barê rewşa muhtemel ya Amerîkayê ya li Xezeyê da jî Trump wiha got: "Ez li wir rewşeke xwedîtiyê ya demdirêj dibînim û dibe ku ji bo tevahiya Rojhilata Navîn îstiqrareke mezin çêbike."
Trump got ku her kesê ku ew pê ra diaxive fikra "Amerîka wê bibe xwediyê Xezeyê û wê derê pêşva bibe" hez dike û destnîşan kir ku bi vî awayî wê li wir bi hezaran kesî ra kar û îstixdam çêbibe.
- Qala îhtimala ku eskeran bişîne Xezeyê jî kir
Ji bo ku li Xeta Xezeyê ewlehiyê pêk bînin, îhtimal heye ku eskerên Amerîkayê herin herêmê jî ji Trump hat pirsîn û wî jî got ku ev îhtimal jî ne dûr e.
Trump li ser pirsa îhtimala şandina eskeran got, "Heke hewce bike, em ê vê bikin."

- Plana ku dixwazin Xeta Xezeyê têxin cihekî "navneteweyî"
Trump der heqê pirsa, piştî ku Xeze ji nû va were avakirin der heqê wê derê da xeyala wî çi ye da jî got ku li gor xeyala wî Xeta Xezeyê mimkun e bibe cihekî wisa "navneteweyî" ku ji çar aliyên dinyayê meriv bikaribin lê bijîn.
Serokê Amerîkayê wiha axivî, "Bi min hûn ê wê derê têxin cihekî navneteweyî û gelekî xweş. Li Xeta Xezeyê potansiyeleke pir mezin heye. Li wê derê ji hemû dinyayê nûner wê hebin û wê li wê derê bijîn. Jixwe Filistînî jî wê li wê derê bijîn. Hûn mecbûr in ku ji dîrokê dersê hildin. Em nikarin destûrê bidin ku dîrok dubare bibe. Ji bo pêkhatina tiştekî derasayî di destê me da derfetek heye."
- "Ez ê Îsraîl û Xezeyê ziyaret bikim"
Trump li ser pirsa ku ew ê Rojhilata Navîn ziyaret bike yan na jî wiha bersiv da, "Ez ji Îsraîlê pir hez dikim. Ez ê wê derê ziyaret bikim, ez ê Xezeyê jî ziyaret bikim, ez ê Erebistana Siûdî jî ziyaret bikim. Ez deverên din ên Rojhilata Navîn jî ziyaret bikim. Rojhilata Navîn cihekî gelekî xweş e, pir bi liv û tevger e, ji ber vê yekê bi rastî jî ji cihên xweş yek e û merivên gelek baş li wê derê hene."