Mehmet Akif Turan
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Serokê Tevgera Nehdayê û Serokê berê yê Meclisa Tûnisê Raşîd el-Xannûşî piştî binçavkirinê hat girtin.
Xannûşî di 17ê Nîsanê da dema fitarê ji alî hêzên ewlehiyê va li mala xwe hat binçavkirin û piştî ku 48 saet ji ser binçavkirinê da derbas bû Dadgeha Esliyê ya Tûnisê der heqê wî da biryara girtinê da û ew îro ber destê sibehê hat girtin.
Parêzerê endamê Nehdayê Hebîb Bîn Sîdhûm ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku tevlî Xannûşî 11 kesên din jî di dosyeya lêpirsînê da cî digirin.
Dadgehê der heqê Mihemed el-Kûmanî û Bilqasim Hesenê ji pêşengên Nehdayê bûn û tevlî wan ji bo 6 kesên din jî biryar da ku bila negirtî bên darizandin.