Abdullah Tel,Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
26 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Li Trablûsa paytextê Libyayê bi sedan kesî kêmasiyên xizmetên dewletê û blokaja ku Xelîf Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê daye ser neftê, protesto kirin.
Welatiyên li paytext Trablûsê li Meydana Şehîdan kom bûn û di dest wan da alayên Libyayê hebûn dirûşmeyên pesnê Operasyona Agirê Hêrsê ya artêşa Lîbyayê birêva dibe, berz kirin.
Çalakvanan êrîşên Hefter ên ku di Nîsana 2019an da li ser Trablûsê da destpêkirin û ev 14 mehin dewam dike şermezar kirin û xwestin ku ew bila blokaja qasî 8 meh e daniye ser nefta welêt rabike.
Di dirûşmeyên xwe da çalakvanan gotin "Hefterê Kujer divê li derveyê lîstikê bimîne", "Trablûs xeta me ya sor e", "Bila tesîsên neftê bên vekirin", "Bila pirsgirêka ceyranê çareser bibe", "Ji alîkarên Hefter ra na" û "Ji hikûmeta meşrû ra erê" û pankartên li serê drûşme nivîsîbûn rakirin û nîşan dan.
Xwepêşanderan di çalakiyên xwe da êrîş û tundiya li ser çalakiyên pêr li Trablûsê hat kirin jî şermezar kirin û piştevanî dan hikûmeta meşrû ya Libyayê û şoreşa Libyayê.
Çalakvanên daketine meydanê ji bo çêtirkirina şert û mercên jiyanê yên li welêt ku her diçe girantir dibin bangî hikûmetê kirin û xwestin ku bila makezagon bigûhere, hikûmet di wezaretan da dest bi reformê bike û ji rayedarên dewletê yên tevlî gendeliyê bûne hesab bê pirsîn.
- "Em piştgiriyê didin rêvebiriya meşrû, ne şexsekî"
Xwepêşandêra jin a bi navê Întisar Racihî (52) sedema hatina xwe ya vir ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Em ji ber daxwazên xwe yên meşrû yên wek ceyran, av û mehaneyê civiyan. Lê ne wek xwepêşandanên din ku em xirab bikin û bişewitînin. Em piştgiriyê didin rêvebiriya meşrû, ne şexsekî. Ji 2011an vir va em ji bo van mafên xwe li meydanê ne. Em li hemberî kesên piştgiriyê didin Seyf (kurê dîktatorê têkçûyî Muamer Qedafî) û Hefter dibêjin "na". Ev êdî nabe."
Racihî ji ber piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo hikûmeta Libyayê jî spasî kir û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê roleke qehremanî nîşan da û li cem Libyayê ma. Tirkiye ji hêla siyasî, eskerî û zanistî va welatekî pêşvaçûyî ye. Tirkiye ne ji bo mêtingeriyê li vir e, ji bo gelê Libyayê li hemberî zaliman biparêze li vir e. Vî zalimî (Hefter) mal şewitandin, mayîn li cihên sivîl dijîn bi cih kir. Ji ber vê em silavê li Tirkiyeyê dikin."
- "Heke Amerîkayê bigota 'bisekine' Hefterê bisekiniya"
Aktîvîstê Libyayî Îsam Zubeyr (59) jî got Amerîka û hêzên rojavayî bertek nîşanî Hefter nedan, ji ber vê wî tesîsên neftê û benderan girt û nefta Libyayê di destê Amerîka hêzên dagirker da bû pêlîstok.
Zubeyr Amerîka û hêzên dagirker rexne kir û wiha axivî: "Dema êrîş li Trablusê dihat kirin ev hêz li u bûn? Dema bîrên neftê dihatin girtin li ku bûn?Niha jî behsa mirovahiyê û debara gelê Libyayê dikin. Ji daxuyaniyên ku ev çend hefteye Amerîka dide tu kirdariyek derneket, ji bo Hefter bisekine bertekek tund nîşan neda. Heke Amerîkayê bigota 'bisekine' Hefterê bisekiniya, lê Amerîkayê bertek nîşan neda. Ew ji Xwedê natirse lê ji Amerîkayê ditirse. Jixwe Hefter welatiyê Amerîkayê ye. Amerîka dixwaze ragêşiya li welêt dewam bike, naxwaze hevkariya Tirkiye û Libyayê dewam bike."
- Li Trablusê şert û mercên jiyanê giran tên protestokirin
Roja yekşemê bi sedan kes li Meydana Şehîdan a Trablusê civiya û ji bo bertekê nîşanî birîna ceyran û avê, şertên aboriyê yên xerab û gendeliya saziyên dewletê bidin, xwepêşandinên aştiyane li dar xistibûn. Piştî ku di protestoyan da hin koman zirar dabû wesayîtên derdorê, hêzên asayîşê xwepêşandêr bela kiribûn. Wê demê gule berdabûn xwepêşandêran.
Wezareta Karên Navxweyî ya Lîbyayê daxuyandibû ku di gulebarandinê da kesek birîndar bûye, kesên ku gule berdaye xwepêşandêran "şandine" nav hêzên asayîşê, ev hatin tesbîtkirin û der barê wan da lêpirsînê dest pê kir.
Trablus di serî da li hemû bajarên Lîbyayê rojane 20 saet ceyran tê birîn, ji bo sotemeniyê dorên dirêj çêdibe û ji ber koça navxweyî jî jiyan biha bûye. Gel bi pirsgirêkên vî rengî ra têkoşînê dide.
Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt, di nîsana 2019an da ferman da milîsên xwe ku êrîş bikin, di êrîşên ku 14 mehan dewam kirin da welêt ketibû nav gêra tundiyê.
Komên alîgirên Hefter ji ber ku tesîsên neftê yên li Lîbyayê ji 18ê rêbendanê vir va girtine, zirara aboriya welêt ji 8 milyar dolarî zêdetir e.