12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
BERLÎN
Li Almanyayê di hilbijartina serokomariyê ya serdema 16emîn da Wezîrê Karên Derva yê berê Frank-Walter Steinmeier wekî Serokomarê 12emîn ê Almanyayê hat hilbijartin.
Li Almanyayê di hilbijartina serokomariyê ya li avahiya Reichstangê ya li Berlînê ku bi destê 630 parlementerên Meclisa Federal (Bundestang) û Lijneya Hilbijêrên Federal (Bundesversammlung) ku hejmara delegeyên wê jî 630 in, tê kirin da Steinmeier di tûra pêşîn da ji hezar û 239 dengên derbasdar, jê 931 deng wergirt û bona 5 salan bû serokomarê nû yê Almanyayê.
Steinmeierê di 19ê adarê da dest bi wezîfeyê bike.