Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
HAYFA
Hat ragihandin Dadgeha Îsraîlê biryar da ku der heqê Pêşengê Tevgera Îslamî ya Filistînê ya 1948an Şêx Raîd Salah da biryara texliyekirina bişert bi cî were.
Omer Hamayseyê parêzer yê ji lijneya parêzvanên Şêx Salah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li Hayfaya li bakurê Îsraîlê îro di rûniştina dozê da dadgerê ji Îsraîlê îtiraza Serdozgeriya Îsraîlê ku duh kiribû red kir."
Omer Hamayse diyar kir Dadgeha Îsraîlê biryar da ku der heqê Pêşengê Tevgera Îslamî ya Filistînê ya 1948an Şêx Raîd Salah da biryara texliyekirina bişert bi cî were.
1ê Tîrmehê Dadgeha Cezayê Silhê ya Hayfayê biryar dabû ku piştî kar û barên teknikî Şêx Salah roja pêncşemê bê berdan.