Haydar Şahin
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ANKARA
Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê diyar kir ku polîtîkaya ku Amerîka li ser Rojhilata Navîn dimeşîne herêm vegerande depoya sîlahan û sîlahên Washîngtonê ketin destê El Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê.
Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê beriya "Civîna Serokên Meclisê Ya Li Ser Têkoşîna Dijî Terorîzmê û Tundrewiyê" daxuyanî û diyar kir ku Amerîka ji hewcedariyê zêdetir sîlahan difroşe dewletên herêmê.
Zerîfê Wezîrê Karên Derva wiha axivî: "Ev jî nîşan dide ku poltîkaya ku Amerîka li ser herêmê dîmeşîne zehf xeternak e. Polîtîkaya tê meşandin kêrî aştî û ewlekariya herêmê nayê, herêm vegerande depoya sîlahên pêşketî yên xirabkirinê."
Zerîf got ku Washîngton bi hin hincetan sîlahan dişîne herêmê û wiha pê da çû: "Sîlahên Amerîkayê li Yêmenê ketin destê El Qaîdeyê, li Sûriyeyê jî ketin destê DEAŞê. Me ev ji rojnameyên Ewropayê xwendin. Ev ji bo ewlekariya me her tim tehdîd e."
- "Amerîka dixwaze zirarê bide têkiliyên di navbera Ewropa û Îranê da"
Li gor xebera IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Zerîf got ku Amerîka ji bo têkiliyên Îran û Ewropayê xirab bike bernameya fuzeyê ya Tehranê dixe hincet û wiha axivî: "Amerîka ji bo zirarê bide têkiliyên di navbera Ewropa û Îranê da zehf hewl dide lêbelê ji vê zêdetir jî dixwaze ku rewşa li herêmê berevajî bike."
Zerîf bal kişand ku Amerîkayê bi hinceta mueyîdeyên li ser Îranê binpê kiriye rayedara payebilind a Huaweiya saziya teknolojiyê ya Çînê li Kanadayê da binçavkirin, ev jî bêçaremayîna rêveberiya Washîngtonê nîşan dide.
"Civîna Serokên Meclisê Ya Li Ser Têkoşîna Dijî Terorîzmê û Tundrewiyê" bi beşdariya Tirkiye, Îran, Rûsya, Çîn, Pakistan û Efxanistanê li Tehranê tê lidarxistin û li ser navê Tirkiyeyê jî Serokê Meclisê Bînalî Yildirim beşdarî civînê dibe.