Abdullah Tel
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
TEHRAN
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyaniya Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Mike Pompeo ya der barê Îranê da rexne kir û got ku moşek ceribandina wan biryara bi jimara 2231ê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê nake.
Zerîf ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û îdiaya Pompeo ya ku digot Îran di rojên pêş da wê 3 wesayîtan bişîne fezayê, bersivand.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf Amerîkayê rexne kir û got ku testên ceribandina moşekan û wesayît şandina fezayê li dijî biryara bi jimara 2231ê ya KENYê nîne.
Zerîf di daxuyaniya xwe da wiha got: "Di rastiyê da Amerîka bi xwe biryara bi jimara 2231ê ya KENYê binpê dike û di vê mijarê da nikare şîreta li tu kesî bike. Ez dixwazim vê bînim bîra Amerîkayê: Biryara bi jimara 1929an a KENYê bê tesîr e. Ya duyemîn jî tehdîd derî li tehdîdê vedike û maqûlbûn jî derî li maqûlbûnê vedike."