İbrahim Atmaca
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ANKARA
Li Myanmarê misilmanên arakanî ji ber êrîşên artêş û bûdîstên fanatîk revîn ku derbasî Bangladeşê bibin, lê tekneya ku tê da bûn, binav bû û tê da 10 jê zarok 12 kes xeniqîn.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî hat dayîn, tekneya ku misilmanên arakanî tê da bûn wê ji Çemê Nafê ku li ser sînorê Myanmar-Bangladeşê ye derbas bibûya û biçûya Bangladeşê, lêbelê tekne bi şev li aliyê Bangladeşê nêzî Shah Porir Dwipê binav bû.
Di xebatên lêgerînê da cinazeyên 10 jê zarok 12 misilmanên arakanî hatin derxistin. Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê 13 kes xelas kirin.
Ji bo 25 kesên winda xebat berdewam e.
Tekneyên ku misilmanên arakanî lê siwar dibin ku ji ser Çemê Nafê ra birevin Bangladeşê, ji ber şert û mercên hewayê an jî ji ber ku zêde kes lê siwar dibin, binav dibin.
Artêşa Myanmarê bi hinceta ku bi milîtanên çekdar ra têkoşînê didin, li Arakanê êrîşî sivîlan dikin. Di êrîşan da ji 25ê tebaxê heta niha bi hezaran misilman mirin. Ji ber ku destûra têketin û derketina herêmê nayê dayîn, hejmara sivîlên ku mirine hê tam nehatiye tesbîtkirin.
Di êrîşên vê axiriyê da ji 200î zêdetir gund, bi destê artêş û bûdîstên fanatîk hatin xerabkirin û şewitandin.
Li Myanmarê ji 1970yî vir va bi êrîşên sîstematîk va nêzî 2 milyon misilmanên arakanî rastî qirkirinê hatin û sedî 84ê wan xwe sipart welatên der û dorê.