Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
WASHINGTON
Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson, ragihand ku Qeter, dest bi kontrolkirina daxwazên Behreyn, Siûdî, Îmarat û Misirê kiriye.
Tillerson der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku Qeter "bi awayekî baldar" teleban dinirxîne.
Tillerson bal kişand ser wê yekê ku "Dê gelekî zehmet be ku Qeter hin madeyan bicih bîne" lê divê alî ji bo çareseriyê di nav diyalogê de bin.
Wezîrê Emrîkayê cih da van îfadeyan:
"Ji bo gaveke berhemdar were avêtin divê welat bicivin û biaxivin. Em bawer dikin ku ew muttefiqên me di mucadeleya li dijî terorê de bi hev re hereket bikin dê bihêztir bibin. Her welat dikare piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Eger tansiyon bikeve dê pêvajo baş bimeşe. Dê Emrîkayê bi aliyan re di nav têkiliyên nêzîk de be û piştgiriyê bide navbeynkariya Emîrê Kuweytê."