Muhammet Kurşun
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di axaftina telefonî de Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Tillerson, destxweşiya hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kir ku terorîstên DEAŞê têk şikandin.
Tillerson ji bo serkeftinên di şer de pîrozbahî li Pêşmerge kir û sersaxî da malbatên kuştiyan.
Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê wek din destxweşî li serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kir ku şandeyek pêk anîn û biryar dan bişînin Bexdayê.
Tillerson anî ziman ku li gor wî dê baş be ku referandûma serxwebûnê li Kurdistanê paşde were xistin. Tillerson herwiha piştgiriya xwe ji bo diyalog û danûstendinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand.
Serokê Herêmê Barzanî jî sipasiya Tillerson kir û pêzanîna xwe ji bo arîkarî û tevkariya Emrîkayê anî ziman. Barzanî diyar kir ku Emrîkayê arîkariyeke baş di şerê li dijî terorîstên DEAŞê de bo Pêşmerge kiriye. Wek din got dê şandeya bala ya Herêma Kurdistanê van nêzîkan seredana Bexdayê bike û li ser meseleyên girêdayî pêşeroja têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê guftûgoyan bike.
Li ser daxwaza texîrkirina referandûmê jî Barzanî ji Tillerson re ragihand ku bihevrejiyana di paşerojê de li Kurdistanê hebû digel gelek hewlan jî li Iraqê bicih nebû. Li ser vê yekê Barzanî got xelkê Kurdistanê biryar da ku rêya xwe hilbijêre.
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku; "Pirs ev e: Li beramberî texîrkirina referandûmê çi wext û alternatîf heye? Li şûna vê ji bo di pêşerojê de xelkê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike çi rê heye?"
Di dawiyê de herdu aliyan jî biryar da ku di pêşerojê de di hemû geşedanên siyasî de hevkar û hemahengiyê bidomînin û têkiliyeke berdewam bimeşînin.