Türkan Tosun
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Zagreba paytextê Xirvatistanê ji 40 herêmên cuda ên li dinyayê marên bijehr ji bo temaşaya mirovan di pêşangehhê da hatin nîşandan.
Di çarçoveya Projeya Dinyaya Mucîzewî ya Maran da li Zagrebê bi navê "Pêşangeha Marên Herî Bijehr ên Dinyayê" pêşangehek hat vekirin.

Gel eleqeyeke mezin nîşanî pêşangeha maran da.
Neven Vrbanicê li mala xwe maran xwedî dike û koleksiyan wî ya maran heye di merasima vekirinê da axivî û got armanca vê pêşangehê ew e ku mirov ji maran netirsin, nêzîktir bibin.
Vrbanic der barê maran da agahî da û wiha axivî: "Ji bo xwedîkirina marên bijehr divê rûxsetek bê stendin. Ji 7 saliya xwe vir va meraqa min li ser maran heye. Li çar aliyên dinyayê hevalên min ên bi maran ra eleqedar dibin hene. Em cureyên maran didin hevdu, diguherînin û koleksiyona xwe mezin dikin."

Vrbanic got heta niha tu bûyereke pir talûke çênebûye û wiha dewam kir: "Car caran maran li min xistin, lê şikir tu yek jî ne cidî bû."
Di pêşangehê da marê ku gel herî zêde eleqe nîşan dayê marê kobra yê bi navê "Elvîs" e û dirêjiya wî 4 mêtro ye.
Pêşangeh wê heta meha hezîranê vekirî bimîne, marên mambayê reş, tîremar, pîton, marên xişxişok û cureyên din jî di pêşangehê da cih digrin.
Di çarçoveya vê projeya ku sala 2013an da hatiye destpêkirin da li bajarên Zagreb û Zadarê pêşangeh tên vekirin, heta niha 80 hezar kesî ev pêşangeh ziyaret kirin.