17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Meseleyeke berceste ya ku di meseleya Mûsilê da me eleqedar dike jî hebûna me ya li Başîqayê ye. Li Başîqayê hejmarek Hêzên Çekdar ên Tirkiyê heye û Tirkiyê dê tu carî dest ji hebûna leşkerên xwe yên li wir nekişîne. Kengê li wir pêwîstî bi perwerdekirin, techizkirinê nema, pêwîstiya parastina gelê wir ji DEAŞ an jî ji rêxistinên din ên terorê nema, dema ku rewşa wir bi rastî jî baş bû, wê demê Tirkiye dikare rewşê ji ber çavan ra derbas bike, lê niha Tirkiyeyê bi tu awayî dest ji Başîqayê nekişîne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Tukes bira tevliheviya mewcûd wekî firsendekî nebîne û hewl nede ku ji vir siyaseteke mezhebî û nijadî bimeşîne. Meseleya Mûsilê, meseleyek e ku em pir giringiyê didinê û dişopînin. Di mijara Misûlê da plana B û C ya Tirkiyê jî hene. Em li ser wê xalê disekinin ku li herêmê zêdetir siyaseta mezhebî û nijadî neyê meşandin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Tirkiye ji destpêkê pê va Operasyona Mertalê Feratê didomîne û gav bi gav digihêje hedefên xwe. Herî dawî bi hildana Dabiqê ra bi taybetî li ser sînorê başûrê Tirkiyê, herêma ku Kilîsê eleqedar dike wisa dixûyê ku rehetiyekê çêbibe. Ji niha pê va qadeke ku ji hezar û 250 kîlomêtreyan pêk tê di destê hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad da ye û ji rêxistina terorê hatiye paqijkirin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê: "Operasyona Mûsilê ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê) Ji destpêka operasyonê heta niha li gor daxwaza Tirkiyê dewam dike, lê heke derveyî tiştên ku em hêvî dikin geşedan çêbibin, em ji bo wan jî tevdîra xwe dibînin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Heke operasyona Mûsilê bi rêk û pêk were kirin, ji Mûsilê koçber çênabin. Lê heke li Mûsilê operasyon xelet were kirin, hêzên ku ne aîdê Mûsilê bin têkevin Mûsilê, Xwedê biparêze dibe ku li Mûsilê tiştên pir cuda jî biqewime. Ev ji bo aştiya herêmê jî barekî giran e, heke aştî ji holê rabe, tê wê wateyê ku ji bo Tirkiyê hatina koçberan e."