23 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
MUSUL
Berpirsê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî diyar kir, pêşmergeyan li bajaroka Başîqayê milîtanên DEAŞê bi temamî dorpêç kirin, lê Başîqa hê bi temamî nehatiye bidestxistin.
Memozînî li eniya Başîqayê li ser têlefonê pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û wiha got: "Hêzên pêşmerge li Başîqayê pêş dikevin. Milîtanên DEAŞê hatin dorpêçkirin. Pevçûn didomin. Lêbelê milîtanên DEAŞê çek û eşyayên xwe dihêlin û direvin. Pêşmerge bi awayekî cidî pêş dikeve. Pêşmerge 9 kîlomêtre dûrî navenda Mûsilê ne. Lê Başîqa hê bi temamî nehatiye bidestxistin."
Albay Xazî Salihê ku li Fermandariya Operasyonên Hevpar ya Neynewayê wezîfedar e, wiha gotibû: "Hêzên pêşmerge yên eniyên Naweran û Başîqayê li heman cihî hatin bal hev. Ev ji bo ku bajarokê kontrol bikin, bi awayekî hevpar êrîş dikin."