Can Efesoy
08 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2025
Wezareta Karên Derva di salvegera ewil a têkçûna rejima Beşşar Esed û kutabûna şerê navxweyî da Roja Azadiyê ya gelê Sûriyeyê pîroz kir.
Wezaretê der barê salvegera yekemîn a 8ê Berfanbarê Roja Azadiya Sûriyeyê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, di salvegera yekemîn a dîroka 8ê Berfanbara 2024an da ku tê da dawî li şerê navxweyî yê Sûriyeyê û rejima Beşşar Esed hat, Roja Azadiyê ya gelê Sûriyeyê ji dil û can tê pîrozkirin û wiha hat gotin, "Her çend Hikûmeta Sûriyeyê di saleke dawîn da rastî gelek pirsgirêkan hatibe jî polîtîkayeke dereke ya aqlê selîm û aştiyane şopandiye û ji bo ku Sûriye di qada navneteweyî da heqê xwe yê rûmetê bibîne, gavên mayînde avêtin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku Tirkiye wê ji bo hewildanên tesîskirina îstiqrar, ewlehî û refaha Sûriyeyê piştgiriya xwe bi awayê herî xurt bidomîne.