Muhammet Kurşun
09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
HEWLÊR
Parlamenterê Tirkmen li Herêma Kurdistanê û Endamê Polîtboruya Bereya Tirkmenî Aydin Marûf ragihand ku ewan daxwaz kiriye lîwayek ji wan girêdayî Wezareta Pêşmerge were avakirin.
Parlamenterê Tirkmen Marûf, ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî û got berî operasyona rizgarkirina Mûsilê ji Êzidî, Xrîstiyan û pêkhateyên din girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hêzên eskerî hatin çêkirin, di vê çarçoveyê de biryar hatibû dayîn ku ji Tirkmenan jî lîwayek were avakirin lê ev biryar nehatiye bicihanîn.
Siyasetmedarê Tirkmen nerazîbûna xwe li hemberî avanekirina lîwayê anî ziman û got Wezareta Pêşmerge di vê mijarê de xemsarî kiriye.
Marûf diyar kir ku Tirkmen li Iraq û Kurdistanê unsûrekî giring in û wiha pê de çû:
"Eger hêzeke Tirkmen girêdayî Wezareta Pêşmerge were avakirin ev dê di operasyona rizgarkirina Mûsil û Telaferê de fêdeyeke mezin bide. Lewra taybetmendiyeke Tirkmenan li wê herêmê heye. Me pêştir li ser vê daxwaz kiribû Wezareta Pêşmerge jî razîbûna xwe anîbû ziman. Lê heta niha tu gav nehatine avêtin."
Marûf destnîşan kir ku di bicihneanîna daxwaza wan de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî bûye sedeme û nirxandina xwe wiha kir: "Em wek Tirkmenan di nav Heşda Niştîmanî ya Sunnî de beşdarî operasyona Mûsilê bûn. Nêzîkî 2 hezar çekdarên Tirkmen wek Heşda Eşîran beşdar in li operasyonê."
Marûf der barê rewşa çekdarên Tirkmen de jî ev agahî dan: "Niha li mentîqa Geyareyê ku nêzîkî Hewlêrê ye 500 çekdarên me têne rahênan. Hikûmeta Iraqê jî piştgiriya wan dike. Piştî rizgarkirina Telafer, Muhellebiye û navçeyên din ên Tirkmen dê ev hêzên me asayişa nav bajar temîn bikin."