15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
WASHINGTON
Der barê Serokê DYAyê Trump di sala 2005an de 152 milyon dolar dahat beyan kiriye û ji vê jî tenê baca ji sedî 25î daye û ew jî 38 milyon dolar e û belgeya wê derket holê.
Agahiyên baca Trump ya sala 2005an li ser kanala Amerîkan MSNBCê di bernameya "The Rachel Maddow Show"ê de ji aliyê rojnamevan David Cay Johnstonê ku xelata Pulitzer girtiye ve hat eşkerekirin.
Di belgeya bacê ya ku Johnston eşkere kir de tê dîtin ku Trump di sala 2005an de 152 milyon dolar dahat beyan kiriye lê ji vê tenê baca qezenca ji sedî 25ê ku ew jî teqabilî 38 milyon dolarî dike, weke bac daye.
Qesra Sipî: "Weşana vê belgeyê îllegal e"
David Cay Johnston got ku ev belge bi postayê şandine bernameya wî. Di demên ku belgeya Trump dihat eşkerekirin, ji Qesra Sipî daxuyaniya nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê da hat gotin ku weşandina belgeyên bacê yê weletiyekî amerîkî 'îllegal' e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku belge rast e. Her wiha her kes mereq dike ku dê Trump der barê van belgeyan de çi bibêje.