Şerife Çetin
16 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2024
Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê serokomariyê yê Komarparêzan Donald Trump piştî hewladana suîqestê cara ewil derket pêşberî gel.
Trump li Mîlwaukeeyê beşdarî Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarparêz bû.
Dema ku beşdarên kongreyê bi çepikan pêşwaziya Trump kirin, Serokê berê jî bi rûkenî silav da wan.
Trump guhê wî pêçayî beşdarî kongreyê bû.
J.D. Vanceyê alîkarê wî yê serokatiyê yê namzed jî bi wî ra beşdarî kongreyê bû.
Trump roja Şemiyê di mîtînga Pensîlvanyayê da rastî suîqestê hatibû. Di êrîşê da kesek hatibû kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî lêkolînan FBIyê ragihandibû ku kesê hewla suîqestê kiriye û li cihê bûyerê hatiye kuştin Thomas Matthew Crooksê 20 salî ye.