Haydar Şahin
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ji bo kesên di teqîna li Bêrûda paytextê Libnanê çêbû da mirin serxweşî dan û diyar kirin ku Amerîka ji bo alîkariyê bide gelê Libnanê amade ye.
Pompeo di daxuyaniya xwe ya li ser teqînê da got, "Em ji bo kesên di teqîna li Bendera Bêrûdê da mirin serxweşiyê didin."
Pompeo got ekîbên wan ên li Bêrûdê ragihandin ku li bajêr zirareke mezin çêbûye û wiha axivî: "Em rewşê ji nêz va dişopînin û ji bona ji vê trajediyê xilas bibin amade ne ku alîkariyê bidin gelê Libnanê."
Pompeo bal kişand ku hikûmeta Libnanê li ser bûyerê lêkoşînê dike û li benda encamê ne.
- Trump teqîn wekî "êrîşeke hêwilnak" nirxand
Trump jî di civîna çapemeniyê ya li Qesra Sipî da der barê êrîşa li Libnanê da daxuyanî da û got, "Amerîka serxweşiyê dide gelê Libnanê. Tê gotin ku di teqîna li Libnanê da gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn."
Trump bal kişand ku bi Libnanê ra têkiliyên wan ên nêz hene û wiha pê da çû: "Em ji bo alîkariyê li vê derê ne. Ev wekî êrîşeke hêwilnak xanê dike."
Rojnamevanekî got çima bûyerê wekî êrîş dinirxîne li ser vê Trump wiha axivî: "Min bi hin generalên me ra xeberda. Gotin, ku vê wekî êrîş dinirxînin. Ev wekî teqîna hilberînê felan nînbû."