Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas got ku tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe û hin kesên din li ser axa wan bi cih bike.
Ebas li Ramallaha bajarê Şerîeya Rojavaya ku hatiye dagirkirin nimêja eydê kir. Ebas piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevan û wiha got:
"Em li vir in. Bi sebr û bi berxwedan em li ser axa xwe ne. Tu kes nikare gelê Filistînê ji axa wan derxe û şûna wan hin kesên din li vir bi cih bike. Em nahêlin tu kes heqê me bixwe."
Ebas got heta ku dewleteke Filistînê ya ku paytextê wê Quds e were avakirin ew ê "li vir bin." Ebas eyda gelê Filistînê û hemû alema Îslamê pîroz kir.