05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
ANKARA
Li Sûriyeyê dema rojhilatê Helebê ji hêla rejimê va dihat bombebarankirin, keçikeke 7 salî a bi navê Bana Abed li ser medyaya civakî vê komkujî û bombebaranê bi peyaman ve digîhand dinyayê. Ji duh pê va tu deng û xeber ji Abedê tune.
Bana Abed û dayika wê Fatma ya ku mamosteya îngilizî ye 3 meh berê li ser Twitterê hesabek vekirin û bangî dinyayê dikirin ku bila komkujiya Helebê bê sekinandin. Dused hezar şopînerên wan hebûn, lê duh hesabê wan hat girtin.
Fatmaya diya Banayê roja şemiyê di peyama xwe ya herî dawîn de wiha nivîsandibû: "Em niha bawerin ku artêşê em girtine. Em ê rojeke din hevdu bibînin dinyaya delal".
Banayê jî di peyama xwe ya ku di 27ê mijdarê de weşandibû de wiha gotibû: Îşev mala me tune. Hat bombekirin û em di nav enqazê de man. Min cesed dîtin û hema hindik mabû ku ez jî bimrim." Wêneyeke ku Bana di nav tozê de ye jî bi pêyamê re hatibû weşandin.
Di heman rojê de Bana xwestibû ku her kes ji wan re dia bike û wiha gotibû: "Em niha di bin bombaraneke giran de man. Em di navbera man û nemanê de ne." Diya wê jî çend saet şûn de peyamek weşandibû û wiha gotibû: "Gelek kes di bombebarandinê de hat kuştin. Em jî direvin."
Fatmayê di parvekirinên xwe yên dawîn da wisa nivîsîbû ku ew ditirse leşkerên rejimê wan bibînin. Di parvekirina xwe ya dawîn da jî gotibû ku artêşê ew desteser kirin û ev jî bû sedem ku fikara kuştina keç û dayîka wê çêbe.
Piştî wendabûna keç û dayîkê li ser Twitterê bi etîketa "#WhereisBana" nêzîkî hezar peyam hatin parvekirin û ciyê Banayê hat pirsyarkirin.
- Qeyrana mirovî ya sedhezaran
Parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê ye û piştî Şamê duyemîn mezintirîn bajarê welêt e. Navenda bajêr 40 kilomêtro dûrî sînorê Tirkiyê ye. Rojavayê bajêr di destê rejimê da û rojhilatê wê jî di destê muxalifan da ye. Artêşa rejimê, Rûsya û milîsên şîe yên ku Îran piştevaniya wan dike, di van 19 rojên dawiyê da ji beja û asîmanan v êrîş dibin ser deverên li rojhilatê Helebê yên di destê muxalifan da. Rûsya jî îdia dike ku beşdariya êrîşên asîmanî yên li Helebê nake. Di nava 3 hefteyên dawîn da li rojhilatê Helebê ji ber êrîşan hemû nexweşxane, navendên tenduristiyê, firin û dibistan nikarin xizmetê bidin.