Ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê her meh ji budçeyê para Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi derengî dixe û kêm dişîne di navbera aliyan de rageşî çêdibe. Hikûmeta HKIyê li hemberî vê yekê bertek nîşan da û got ku heke hikûmeta navendî ya Iraqê wiha dewam bike ew ê "serî li rêyên çareserkirina siyasî û aborî yên din bidin."
Li gor peymana ku di 2yê kanûna 2014an de, di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêma Kurdistanê de hat çêkirin, ew ê rêvebiriya Hewlêrê di kontrola Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) de, rojane 550 hezar warîl neft îxrac bikira.
Her wiha dê rêvebiriya Bexdayê jî ji sedî 17 ji budçeyê para herêma Kurdistanê bişanda. Piştî peymanê rêvebiriya Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re, qasî ku hatibû diyarkirin neft îxracî piyaseya dinyayê kir. Lê belê hikûmeta navendî ya Iraqê eksê peymanê tevgeriya û bi hinceta ku di "budçeyê de pere tune" para rêvebiriya Kurdistanê kêm şand.
Li gor agahiyên ku erkdarên rêvebiriya Kurdistanê dan, divê Bexdayê her meh milyarek dolar bişanda Hewlêrê. Bexdayê heta niha tenê 3 caran pere şand herêma Kurdistanê û tevahiya vî pereyî jî milyonek û nîv dolar e.
Ji ber ku herêma Kurdistanê nikare mehaneya pêşmerge, polês û karmendan bide û li herêmê her diçe qeyrana aborî mezin û kûrttir dibe. Loma lijneya wezîran bi rojeva taybet kom bû û li ser "pirsgirêka budçeyê" sekinî.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civînê daxuyanî da û hişyarî da hikûmeta Heyder el-Îbadî û wiha got: "Em li gor peymanê tevdigerin. Lê belê heke rêvebiriya Bexdayê li gor peymanê tevnegere ew ê hikûmeta Kurdistanê û endamên wê yên di kabîneya Iraqê de, bi mecbûrî biryareke siyasî bidin. Ji bo çareserkirina qeyrana aborî û malî ya herêma Kurdistanê em ê mecbûr bîmin ku serî li rêyên din bidin. Lewra Parlamentoya Kurdistanê, li hikûmeta me ferz kiriye ku pêdiviyên aborî bi cih bîne. Heke hikûmeta federal pêdiviyên me bi cih neyne, em mecbûr bimînin û li rêyên çareseriyê yên din bigerin."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera fermî ya hikûmetê hat weşandin de îfade kir ku hikûmeta Iraqê her çiqasî li gor rêzikên peymanê tevbigere jî hikûmeta Iraqê li gor peymanê tevnagere û wiha got: "Ji budçeyê para hikûmeta Kurdistanê ya bi qasî nefta ku teslîmî şirketa SOMOyê dike nehat şandin. Bexda li gor peymana budçeyê tevnegeriya."
Barzanî wiha axivî:
"Hikûmeta federal dibêje qey herêma Kurdistanê naçar e. Ev şaşîtiyeke mezin e. Herêma Kurdistanê naçar nîne. Em ê karên di vê mijarê de biryara xwe bidin lê belê em hewl didin ku bi hikûmeta federal re li hev bikin. Em ê bi vê mebestê cardin Bexdayê ziyaret bikin."
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê HKIyê Aştî Hewramî got ku Bexda li "hîleyên teknîkî" digere ku li gor peymanê tevnegere. Hewramî wiha dewam kir: "Hikûmeta Iraqê mîqdara neftê ya ku hikûmeta Kurdistanê radestî SOMOyê dike li ber çavan nagre, mîqdara nefta ku SOMO jê difroşe li ber çavan digre û li gor wê tevdigere."