Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî der barê Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 25emîn a ku li Tirkiyeyê hatin kirind e peyama pîrozbahiyê weşand.
Barzanî di peyama xwe ya ku ji ser malpera Serokatiya HKIyê hat weşandin de gelê Tirkiyeyê û hemû aliyên siyasî pîroz kir û wiha got: "Kirina hilbijartineke bi vî awayî nîşan dide ku demokrasiya Tirkiyeyê çiqas pêş ketiye."
Barzanî got ku li Tirkiyeyê cara ewil partiyeke ku ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin ket parlementoyê û ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş e û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê hilbijartin di atmosfereke demokratîk de hatin kirin, ez hemû partiyên siyasî yên ku di hilbijartina parlementeriyê de bi ser ketin û gelê Tirkiyeyê pîroz dikim. Kirina hilbijartineke bi vî awayî nîşan dide ku demokrasiya Tirkiyeyê çiqas pêş ketiye. Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil partiyeke kurdan bi nasnameya xwe ya saziyê ket parlementoyê. Ez wisa bawer dikim ku dê ev yek ji bo parastina aştî û îstiqrarê û pêşxistina wê bibe wesîleyek. Ez ji ber vê yekê hevserokên HDPyê û endamên partiyê pîroz dikim."
Barzanî got ku dê wekî berê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û çi ji destê wan bê dê arîkarî bikin ku pirsgirêk bên çareserkirin.
Di vê navberê de Arîkarê Serokê HKIyê û Arîkarê Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Kosret Resûl jî peyameke pîrozbahiyê weşand û HDP pîroz kir. Resûl di peyama xwe de got ku "Ez li ser navê YNK û hevalên xwe ji ber serkeftina wan a di hilbijartinên li Tirkiyeyê de HDPyê pîroz dikim. Em serkeftina wan wekî serkeftina xwe dibînin."