Davit Kachkachishvili
29 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2022
Sererkaniya Ukraynayê îdia kir ku ji 24ê sibatê vir va Rûsyayê 70 hezar û 250 eskerên xwe da der, di nava rojeke dawîn da jî 550 eskerên Ûris hatin kuştin.
Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê da hat îdiakirin ku ji destpêka şer vir va bi tevahî 70 hezar û 250 eskerên Ûris hatin berterefkirin, di rojeke dawîn da jî ji artêşa Ûris 550 esker hatin kuştin. 273 balafir, 252 firoke, 2 hezar û 659 tank, 5 hezar û 401 wesayîtên bizirx, 1708 top, 380 roketavêj û 195 pergalên parastina esmanî yên artêşa Ûris ji aliyê Ukraynayê va hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 4 hezar û 107 wesayît, 16 keştî û keleka lezê û 1406 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên artêşa Ûris jî hatin îmhekirin, 351 moşekên seyrê yên ku artêşa Ûris avêtin jî ji aliyê parastina esmanî ya Ukraynayê va hat xistin.
Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu di 21ê îlonê da daxuyandibû ku di şerê Ukraynayê da 5 hezar û 937 eskerên Ûris hatin kuştin.