Haydar Şahin
29 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2022
Li Îranê protestoyên ku piştî mirina Mehsa Emînîyê dest pê kirin, li gelek bajar û zanîngehên welêt dewam kirin.
Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, li herêma Çîtgerê ya Tehranê xwepêşandêran dijî rêvebiriyê diruşm xwendin, li Parka Danişcûyê jî jin civiyan û çepik lê xistin û reqisîn.
Li bajarê Senendecê ku navenda rêvebireya eyaleta Kurdistanê ye û li bajarên Urmiye û Bukana eyaleta Azerbaycana Rojava xwepêşandêran li ser rêyan agir dadan û diruşm xwendin.
Li gor dîmenên ku dibêjin li bajarê Merîwanê hatine kişandin, xwepêşandêr bi lastîkên wesayîtan di nava rê da agir dadaye û ji aliyekê va jî dengê çekan tê.
Li bajarê Mehabadê jî cardin protesto hatin kirin. Hat gotin ku xwepêşandêr û hêzên asayîşê pev çûn.
Li bajarê Erakê jî xwepêşandêr derketin ser kolanan, dijî rêveberiyê diruşm xwendin û meşiyan. Li bajarên wekî Qesra Şîrîn, Seqiz, Babol, Kirmanşahê jî xwepêşandêran çalakî kir û diruşm xwendin.
Ji aliyê din va li Enstîtuya Hîndekariyê ya Bilind a Huner û Mîmariya Parsê ya li Tehranê xwendekarên zanîngehê xwepêşandan li dar xist û bertek nîşanî girtina hevalên xwe dan.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû.
Her çend çavkaniyên fermî der barê bûyeran da agahiyeke zelal nede jî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norveçê ye, diyar kiribû ku di xwepêşandinan da ji 200î zêdetir kes hatin kuştin.