Mohammed Hamood Ali Al Ragawi,Muhammed Emin Canik
25 Nîsan 2024•Rojanekirin: 27 Nîsan 2024
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ji bo Xeze û Şerîeya Rojava bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên mirovî, "banga rewşa awarte" ya bihayê 1,21 milyar dolarî kir.
Di daxuyaniyê UNRWAyê da hat destnîşankirin ku ji bo Xeze û Şerîeya Rojava bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên mirovî, "banga rewşa awarte" hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku UNRWA "ji bo çareseriya qeyrana mirovî ya nedîtî ya li Xeta Xezeyê û ji bo peydakirina pêdawistiyên li Şerîeya Rojava ya ku tundî lê zêde dibe, pêwîstî bi 1,2 milyar dolar heye."
Di daxuyaniyê da bal bo wê yekê hat kişandin ku li Xezeyê milyonek û 700 hezar Filistînî û li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û Şerîeya Rojava ji 200 hezarî zêdetir Filistînî pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî heye û tekezî li wê yekê hat kirin ku "Bang a lezgîn a UNRWAyê heta dawiya salê destwerdana mirovî ya ajansê di xwe da digire."