Muhammet Tarhan
25 Nîsan 2024•Rojanekirin: 25 Nîsan 2024
Wezareta Karên Derva der barê îdiayên bêbingeh ên der heqê Tirkiyeyê da di Rapora Mafên Mirovan Mirovan a 2023yan a ku ji hêla Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê va hat weşandin da daxuyaniya "Em banga xwe dubare dikin ku Amerîka bila li sicîla xwe di warê mafên mirovan da binêre û hevkariya digel rêxistinên terorê û standarda xwe ya cotî ya di warê mafê mirovan da bi dawî bîne." da.
Wezaretê der barê Rapora Mafên Mirovan Mirovan a 2023yan a ku ji hêla Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê va hat weşandin da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di "Rapora Mafên Mirovan a 2023yan" a ku wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di 22yê nîsanê da weşand û tê da beşên der barê nêzî 200î welatî da hene wekî salên borî dîsa der heqê Tirkiyeyê da îdiayên bêbingeh, ji rastiyê dûr û şîroveyên bi pêşdaraz cî girtine.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku operasyonên êkoşîna dijî terorê yên ku Tirkiye di çarçoveya mafê xweparastina meşrû da bi kar tîne " bi temamî dijî hêmanên terorîst û fealiyetên wan e" û hat gotin ku "Amerîka wekî mitefîqekî ku çarçoveya têkoşîna meşrû û mafdar a dijî her cure terorê dide gelekî baş dizene rastiyan berevajî dike û pêkan nîne ku ev israra wî bê fehmkirin."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin "Têra xwe cî nedan êrîşên dijî mirovahiyê yên ku li Xezeyê dewam dikin û ne tenû ji ber gelê eslî yê gelê Filistînê di heman demê da jî derbeyeke mezin li nirxên hevpar ên hemû mirovahiyê dixe" û nirxandina "Ev rewş bi awayekî eşkere nîşan dide ku rapora navborî ji bêterefî û objektîfîyiê dêr, bi armancên siyasî hatiye amadekirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em banga xwe dubare dikin ku Amerîka bila li sicîla xwe di warê mafên mirovan da binêre û hevkariya digel rêxistinên terorê û standarda xwe ya cotî ya di warê mafê mirovan da bi dawî bîne."