Önder Beyter
27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
KILÎS
Vegera Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbûn hatibûn Tirkiyeyê, ber bi herêmên ku di çarçoveya operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatin paqijkirin, dewam dike.
Sûriyeyiyên ku li noqteya Midûriyeta Parêzgehê ya Rêveberiya Koçê ya li Tesîsên Rawestînê yên Oncupinarê bi dilê xwe miemeleyên vegerê dan kirin, piştî kontrola ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê bi minîbusan vegeriyan welatê xwe.
120 Sûriyeyiyên ku piraniya wan jin û zar in yên ku di çarçoveya bernameya vegera bi dilê xwe da hatin buroya li Tesîsên Rawestînê yên Oncupinarê, piştî miemeleyan berê xwe dan welatê xwe.
Yûsif el-Hamûdiyê xelkê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji ber ku rêxistinên terorê êrîşî gundê wan kirin, ew 4,5 sal berê revîn, hatin Tirkiyeyê û li Îzmirê bi cih bûn.
El-Hamûdî diyar kir ku ji roja ku ew hatin Tirkiyeyê û heta niha ew tu wextî bi tenê neman û Tirkiyeyê di her warî da alîkariya wan kir. El-Hamûdî ji ber van miemeleyên qenc, spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kesên eleqedar kir.
Ji 1ê Rêbendana 2015an vir va di çarçoveya bernameya vegera bi dilê xwe da qedera 60 hezar Sûriyeyî ji Deriyê Sînor Oncupinarê derbas bûn û çûn welatê xwe.