17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Komeke kurdên sûriyeyî yên ku ji şerê Sûriyeyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê vegeriyan welatê xwe.
Piştî kontrola nasnameyê û lêgerîna ser wan destûrê didin penaberên ku hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê li Sirûca navçeya Şanliûrfayê ku derbas bibin. Bi qasî 2 hezarî kurdên sûriyeyî yên ku ber deriyê sînor civiyan piştî temambûna miameleyên hewcedar bi eşyayên ku li wesayîtên xwe bar kirin derbasî Kobanêyê bûn.
Di vê navberê de hat ragihandin ku di sala dawîn de ji 120 hezarî zêdetir kes ji deriyê sînor derbasî Kobanêyê bûne.
Cemal Reşoyê sûriyeyî daxuyaniyek da rojnamevanan û got ji ber ku piştî demekî dirêj vedigere welatê xwe kêfxweş e. Reşo diyar kir ku gelek bêriya cihê jidayîkbûna xwe kiriye û got ku li Tirkiyeyê gelekî baş hatin ezimandin.
Bahattîn Mihemed jî qal kir ku ev bi qasî salakî ye ku li Şanliûrfayê bû û êdî biryar dan ku vegerin welatê xwe.
Mihemed qal kir ku ji ber bêderfetiyên li Sûriyeyê eşyayên xwe ji Tirkiyeyê dibin û got ku "Ez seyê ku min li Şanliûrfayê dît jî bi xwe re dibim."